English   |   Kurdî   |   كوردى   |   عربى
Hunerî    Werziş    Teknolojî    Corane
Têkiliyê bi me bike li:
facebook twitter google + skype rss-feed youtube
îtan gîlbwa berrêweberî senterî peywendîye nêwdewlletîyekan le zanikoyi bar-îlan bo gullan: êran debête prsî serekîyi siyasetî dereweyi îdareyi baydin le rojhellatî nawerrastda
‍qaremaniyetî hêzî pêşmerge kodî cînî bzûtineweyi rizgarîxwazîyi kurdistan
Mesrûr Barzanî li gel Osman Baydemîr civiya
  •  Joe Biden hişyarî dide Îranê
  •  Hikûmeta Kurdistanê êrişa li dijî parlementerê kurd Xalib Mihemed şermezar kir
  •  Wezîrê derve yê Îraqê dîsa çû Îranê
  •  Baregeha Barzanî peyamek pêşkêşî welatiyan dike
  •  Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Idlibê êrîşî serbazên Sûrî kirin
  •  Amerîka dorpêçên nû bi ser Siûdiyê ragihand
  •  Firokeyên Tirkiyê nêzîkî bajarokê Çemankê bombebaran kir
  •  Çekdarên Îranî du birayên Kurd qetil kirin
  •  Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina şeqama 150 metrî ya Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir
  •  Rûsyayê êrişa Amerîkayê ya bo ser Sûriyê şermezar kir
Last Updated: 27/02/2021 05:32:36 pm
Evdila Dirêj - Çopçî IV
Çopçî IV
Share
Demê dananê: 22/11/2011 : 19:51:39337 Car Hatîye Xwendin‌‌‌
  

Almanya ji bo tirkan êdî ne ciyê çopçîtî û çend euro qezenckirinê ye, bervacî bûye ciyê dewlemendî û sermiyan çêkirinê. Ev sermiya hêza duyemîn e, ji bo aboriya tirk. Û ji vê sermiyayê jî çiqas xerc dike li şerê xwe yê qirêj ê li Kurdistanê, derdekî din e.

Tirkeke/î li Almanyayê li ser kolanan yeke/î biyaniyê serreş bibîne, mîna ku dijûnê meriv bide yekser dipirse „türkmüsün?“! Ti car napirse „Tu bi tirkî dizanî?“ Ji wê/wî qey hemû serreş tirk in, ewqas ku îdeolojiya rasîst û faşîst di hiş û rûhê wê/wî da hatiye kolandin!

Heta niha ez rast li tirkeke/î nehatime ku gotibe “Euro”, dibêje ; „lîra“ ji pereyê Ewropayê ra!

Navê tax û kolanên almanî mîna „Gesunburun“ xirab dike, bi tirkî dibêje; „kesîkburun.“

Çend xwendiyên wan ên zanîngehê jê derînin, hemû bi almaniyekî lewitandî dipeyivin…

Jixwe xirabkirina kulturekî, zimanekî, talankirina aborî û dewlemenidiyekî wiha dest pê dike ji aliyê tirkan va. Hêdî hêdî û bi rik, bi rêxistin, fen û hîle. Paşê jî ew guneh û sûcê mezin tê.

Eynî mîna gûr li keysê ye, ku avêt erdê qîlên xwe di qirêkê da diçikîne.

Dema meriv li tevger, rêxistin û bicîbûna tirkan a li welatên Ewropayê binihêre, salên destpêka hatina wan ê Kurdistanê, Enedolê yên salên 900 an tê bîra mirov:

Çi digotin di wan salan da? „Em hêzeke ciwan û şerwan in, em ê „îslamê“ li dijê Bizansa „gawûr“ biparêzên û bi alîkariya emîrê kurd ê Merwaniyan ketin wan welatan û ji hev tarûmar kirin.

Çi kirin di wan salan da, dev ji ola xwe ya şaman berdan, ji bo kamûflaj hema kirasê „îslam“ li xwe kirin, bêku li bejn û bala wan bê. Hîn jî bi vî kirasê sexte digerin. Hostayên kamûflaj û kemînê ne.

Waye ji niha da ji rojavayiyan ra dibêjin: „em bi vê turk-îslama xwe ya nerm(!) we ji ya radîkal diparêzin.“ Û rê li ber xwe vedikin. Fetullah Gulen bîlasebeb di koşkan da najî li Florîdayê.

Qet ne dûrê aqilan e, ku vana ji bo berjewendiyên xwe sibeyê bêjin; “xiristiyanên heqîqî“ em in.

Ji selçûqiyan heta îro çi hat serê wan kultur û welatan? Li dîrokê vegerin.

Çi hatiye, tê serê koloniya wan ê dawî Kurdistanê, herin bibînin.

Nivşên wan tirkan îro jî ji Ewropiyan ra dibêjin em hêzeke ciwan û xebatkar in, çi xebat hebe, çiqas erzan be em ê bikin. Yanê bi gotina wan: „Abî, abî ne îş olsa yaparim!“ dibêje û bi cî dibe.

Ji bo Ewropiyan ev hîn „lê lê“ ye! „Lo lo” jî tê!

Tê, heke Ewropayî hişên xwe winda bikin û deriyên yekîtiya Ewropayê EU ji “Tirkiyê” ra vekin.

Ne kultur dimîne, ne ronesans. Ne azadî dimîne, ne tolerans û ne jî ew demokrasî!

Êdî xwedê jî nikare Ewropayê ji destên zirzûla wan a birçî û ji reşetariya wan xilas bike!

Bila dewlet û nijadperestên tirk jî zêde bi kêfê nekevin û ava devê wan neherike, ku ew dê Ewropayê jî ziwa û talan bikin. Bi vê awayê tola Wiyenayê rakin ji navenda Ewropayê!

Milletên Ewropayê ne kurd in, ku kultur û welatên xwe bi destên akinciyên tirk da berdin.

Demokrasî û şaristaniya Ewropayê wisa zû û hêsan ava nebû. Bi dehan şer û du şerên mezin ên cîhanê derbas kirine, bi mîlyonan xwîn rijandine.

Ne hêsan e ku welatên xwe terkê xirabmaliya tirkan bikin.

Ew ne em in!

Lêbelê zarokên çopçiyan li pişt wan desteka dewleta tirk, di nava bi sedan rêxistin û şîrketan da bi rêkûpêk hewl didin, dixebitin ku van welatan jî pêşî bi rêya nifûs û bazirganiyê û paşê jî bi rêyên ku tên zanîn dagirin.

Gotinên serokwezîrê tirk ku li nîvê Ewropayê li ber çopçiyên dest bi alayên tirk da digot: “Minare rim, kumbet mertalên me ne!”, hîn ji bîr neçûne. Ev e diyariya tirkan ji miletan ra: “Rim û mertal!”

Ew dê Ewropayê bi wan rim û mertalan dagirin (!)

Ev angaşta min dibe ku dûrê aqilan be. Lê îhtimaleke biçûk e.

Jixwe sûc û belayên mezin, ji îhtîmalên herî biçûk dertên!

Çopçî bibe bazirgan wê diya xwe bifiroşe, ji bûkalemûn jî xirabtir wê bikeve her reng û dilqê.

(didome)

SERSAXÎ

Ji ber koça dawî ya mamostayê dilovan Î.Şerîf Wanlî, serê miletê me û malbata wî sax be!

E.D. Mamostayê hemû zemanan www.gelawej.org.de

Occo Mahabad
Dengbêjekî Bêxweyî Keremê Kor
Occo Mahabad
Nivîskarî û Xwekuştin
Yaşar Îçen
Nobel û Nêçîrvan Barzanî, serokê balkêş (Serê Baranê)
Arif Ruşdî
xwêndineweyek bo gutarî serokî ḧkumetî herêmî kurdistan ...
Konê Reş
Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê
Hejar Avdel
Guhartina hêza serbazî bo hêza darayî li Îraqê
Ako Mihemed
Qenciya Bexdayê di Remezanê de
Bijar Şêxmemî
Mirov dustibe û ḧez ji dijminê xu jî bike.. daku bextewer bijî..!
Dr. Nesiredîn Îbrahîm Gulî
Nestê bi komel yê kurdan û şikestina efsaneya tîrorîstan
Arif Zêrevan
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire
Evdila Dirêj
Artêşa Neteweyî
Dr. Azad Elî
“Serxwebûna Kurdistanê ne di berîka Barzanî de ye“
Abdulkadir Bîngol
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin
Dr. Mosa Keval
Rêkeftina Duhokê...
Lezgînê Çalî
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da
Akif Hasan
PYD û Til Hemîs
Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî: serok Barzanî û pêşdeçûn û serkeftinên Kurdistanê di 8 salên borî de
Ehmedê Huseynî
3GUL
Kamiran Bedirxan
Kurdistana Rojava û Pêvajoya Piştî şoreşê
Birusk Botanî
Netewe ya Kurd û Tekoşîna Hebûn û Tinebûnê (Xelek 1)
Bedran Hebîb
Berpirsekî partî li dijî cînavê likandî ye
Fûad Sîpan
Miletê Kurd qedera xwe tayîn kir
Hişyarê Emerê Lalê
Nexiş wê bê guhertin
Selah Bedredîn
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê
Inayet Dîko
Firoşkarê Bacan û xiyaran Al-boazîzî keleha diktatûrê Tûnisê Zeyn Al-abidîn hilweşand!
Nûçe
  Barzanî avakirina PDK-Sê pîroz dike
  Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
  Helwîstê Nîçirvan Barzanî sebaret kandîdikirina Nûrî Malikî
  Corc Boş: ez giriyam demê Celal Telebanî bûye serokê Iraqê
  PKK demê agir besta xwe ya yekalî dirêjtir kir
  Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Raport
  Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
  Hikûmdariya Baş "Good Governance"
  Bîrdoza hevkarîyê ya navbera Firanse û hikûmeta herêma Kurdistanê
  ''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
  Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
  Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Dîmane
  N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
  Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
  Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
  Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
  Min baweriyeka temam bi serweriya yasa û dezgehên yasayî û destûrî heye
Gotar û Nerîn
  Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
  Têgeha demê di navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" de
  Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin
  Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
  Serxwebûn û Autonomî
  Supa, Demokrasî û Qanûn
  Zîyanên ku piştî topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê Digehîne Jîngehê
Hunerî
  "Egîd bavê şîhab" bi cilên kurdî li Kurdistanê ye
  Deşnê di "Tatlises Pingo" de stranbêja herî sêksî bû
  Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir
  Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
  Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
  Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
  Brader li Şirnexê beşdarî Festîvala Hunguv dibe

Destpêk  |  Nûçe  |  Raport  |  Dîmane  |  Gotar û Nerîn  |  Civakî  |  Hunerî  |  Corane  |  Kovar  |  Derbarê me  |  Peywendî

All rights reserved © gulan-media.com 2005
Developed by: Dashti Ibrahim
Online :14 Visitor : 13955376